Tecrubeyên Ku Ji Xebata Piştevaniya Derûncivakı Ya Ligel Êzdiyên Li Kampa Fianlikê Amedê Hatine Pê
TİHV Yayınları
ÖZET

Li gorî rapora Hezîrana 2016an a Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî(UNHCR) di dawiya sala 2015an de li seranserî cîhanê hejmara kesên ku ji cih û warê xwe hatine qewitandin gihaştiye 65.3 milyonan. Dîsa li gorî heman raporê ev yek tê wê maneyê ku li ser rûyê erdê her ji 113 kesan yek jê penaber e. Li gorî daneyên YAZDAya ku bo piştgiriya Êzdiyan hatiye damezrandin ji Tebaxa 2014an ve, bi qirkirina hovî ya komên terorîst ên ku xwe wekî Dewleta Îslamê binav dikin, ji 3000î zêdetir Êzdî hatin kuştin, nêzîkî 7000 jin û zarok hatin revandin û 400.000 Êzdî ji cih û warê bûn.

Nêzîkî 11.000 Êzdiyên ku ji cih û warê xwe hatin qewitandin, xwe gihandin Tirkiyeyê. Êzdî li bajarên cuda, bo wextekê hatin bicîkirin, nêzîkî 6.000 ji wan wextekê li Amedê û navçeyên wê man. Ji Tebaxa 2014an heya dawiya sala 2016an qismek ji van kesan çûn Ewropa, Kanada, Emerîka û Awistralyayê (van dewletan wê demê penaber dihewandin), qismek jî li başûrê Kurdistanê vegeriyan. Li gorî agahiyên dawiya 2016an, li Qada Fîdanlikê ya Amedê hîn jî derdora 1200 Êzdî dimînin.
Êzdî çawa hatin Amedê, di serî de şaredarî, gelek sazî û dezgeyên sivîl ên herêmî û giştî û gelek kesan bo dabînkirina pêdiviyên wan hewl dan. Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê jî, ku bo kesên îşkencedîtî karûbarên tedawî û rehabîlîtasyonê dike, li hember binpêkirina mafên mirovan karûbarên dokumantasyonê dike û derbarê trawmaya civakî de xebatan dimeşîne, bi van sazî û dezgeyan re hewl da ku ji hêla xwe ve tiştin bike.

Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, bi piştgiriya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) li Qada Hevpar a Fîdanlika Amedê ji meha gulanê ya 2015an heya dawiya 2016an bi keda dilxwazan xebata piştevaniya derûncivakî meşand û bi vê yekê hewl da ku pêdiviyên Êzdiyan ên bi vî rengî bêne dabînkirin.
Ev rêber jî bi mebesta ragihandina tecrubeyan hatiye amadekirin; tecrubeyên ku piştî xebatên derûncivakî hatine pê; xebatên ku bi taybetî bo zarokên Êzdî, di wan wextan de, li Qada Jiyana Hevpar a Fîdanlika Amedê, ji hêla Weqfa Mafên a Tirkiyeyê û dilxwazan ve hatine meşandin.

Rêbera ku li ber destê we ye her çiqas îfadeyên teqez bihundirîne jî ji bo wê angaştê nehatiye amadekirin. Mebesta amadekirina vê rêberê ew e ku dema sazî û kes xebateke bi vî awayî bimeşînin û li ser hin mijarên bingehîn bikevin tengasiyê, bi pêşkêşkirina hin mînakan ji bo beralîkirina wê tengasiyê bibe alîkar.

Em hêvî dikin ku ev rêbera ku ji tespîtkirina pêdiviyan bigire heya nivîsandina projeyê û meşandina wê, ji raçavkirina bandorên erênî yên xebatê bigire heya zor û zehmetiyên hatine kêşandin û rêbazên beralîkirina wan gelek agahiyên girîng dihundirîne, bo kesên ku dil dikin xebateke bi vî awayî bimeşînin kêrdar be.